126 penaberên iraqê vegeriyan warên xwe

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku 126 welatiyên iraqî ji herêmên cûda yên Sûriyeyê vegeriyane Iraqê.

126 penaberên iraqê vegeriyan warên xwe
27 kanûn, 2024   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 126 welatiyên Iraqî ji herêmên Girê Spî, Serêkaniyê, Idlib û Ezaz ên Sûriyeyê vegeriyane Iraqê.

Hate gotin ev veger di çarçoveya planên wezaretê yên ji bo vegera Iraqiyan ya li warên xwe de ye. Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her 126 welatî di deriyê Îbrahîm Xelîl re ji bo Enbar, Selahedîn û Kerkûkê hatine vegerandin û di dema bê de wê hinek welatiyên din yên Iraqî ji Sûriyeyê vegerin cih û warên xwe.