Li Xeza û Lubnanê êrişên Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê di saetên dawîn de êrişên dijwar li rojhilat û başûrê Xezayê û başûrê Lubnanê pêk anîn. Li taxeke rojhilatê Xezayê jî gelek avahî rûxandin.

Li Xeza û Lubnanê êrişên Îsraîlê
26 kanûn, 2025   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê berbanga îro bajarê Xan Yûnisê yê başûrê Xezayê da ber bombeyan. 

Li gorî medyayên xwecih, artêşa Îsraîlê 4 êriş li ser herêmên rojhilat û başûrê Xan Yûnisê kiriye û li taxa Tifahê ya rojhilatê Xezayê jî gelek mal rûxandin.

Hate diyarkirin ku balafir û keştiyên şer ên Îsraîlê li taxan û jêderên ava herêmî yên beramberî bajar daye.

Rêveberiya Nexweşxaneya El Ewda ya kampa Nisêratê ragihand ’’ji ber sotemenî nemaye ceyran li nexweşxaneyê qut bûye. Di encama qutbûna cyranê de piraniya beşên nexweşxaneyê ji xizmetê derketine.’’ Rêveberiya nexweşxaneyê hişyarî da ku eger krîza sotemeniyê berdewam bike dê beşa zarokan jî bisekine.

Artêşa Îsraîlê jî ragihandibû ku wan 2 Filistînî kuştine ku hewl didan nêzî xeta zer bibin.

Li gorî daneyan, ji destpêka peymana agirbestê (10 Cotmeh 2025) ve, li Xezayê 406 kes hatine kuştin û zêdetirî hezar û 118 kes jî birîndar bûne.

LUBNAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşê li geleke herêmên Lubnanê li baregehên leşkerî, depoyên çekan û navendên perwerdeyê yên Hizbullahê daye.

Medyaya Lubnanê piştrast kir ku artêşê herêma Cerûd Hermel (bakurê rojhilatê Lubnanê) bombebaran kiriye û hemwextî bombebaranê de jî balafirên şer ên Îsraîlê li ser Bîqa digeriyan.

Hate ragihandin ku herêma Tifah û bajarokê Beseliyê yên başûrê Lubnanê jî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin bombebarankkirin. Di heman demê de herêma Şimês a Şehbayê jî bi dronekê hat hedefkirin.

(b)