Li Washingtonê hevdîtinên Îsraîl-Lubnanê dest pê kirin

Li Washingtonê hevdîtinên rasterast yên Îsraîl û Lubnanê, bi malovaniya Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rubîo dest pê kirin.

Li Washingtonê hevdîtinên Îsraîl-Lubnanê dest pê kirin
14 nîsan, 2026   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtinên rasterast ku nûnerên Îsraîl û Lubnanê tîne ba hev bi malovaniya Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marco Rubîo li Washingtonê dest pê kirin.

Di hevdîtinên li avahiya Wezareta Karê Derve ya DYA’yê de li gel nûnerên her du welatan, hinek kesayetên asta jor a DYA’yê jî cih girtin. Di hevdîtinê de li gel Rubîo, Nûnerê Herdemî yê NY’yê yê DYA’yê Mîke Waltz, Konsulê Beyrûtê yê DYA’yê Michel Issa, Konsulê Washingtonê yê li Îsraîlê Yecheiel Leiter, Konsulê Washington ê Lubnanê Nada Hamadeh-Moawad û Rayedarê Wezareta Karê Derve Mike Needham cih digirin.

Di destpêka civînê de Rubio diyar kir ku pirsgirêkên her du welatan di carekê de çareser nabin, lê ev civîn pir girîng in û got, “Ev fersendeke dîrokî ye. Dersên dîrokî yên bi dehê salan hene ku em anîn vê noqteyê û ginadine vê fersendê.”

Rubîo destnîşan kir ku hevdîtinên Îsraîl û Lubnanê pêvajoyek e û got: “Ev tenê wê bi rojekê pêk neyê. Ev wê pêvajo wê dem li xwe bigire, di wê hêviyê de me ku hêjayî vê hewldanê bibe.”