Parêzgarê Hesekê Çarşema Sor pîroz kir

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed Cejna Çarşema Sor li gelê Êzidî pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe destpêkek nû ya tijî aramî û ewlehî.

Parêzgarê Hesekê Çarşema Sor pîroz kir
14 nîsan, 2026   22:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi boneya Cejna Çarşema Sor (Sersala Êzidî) li ser platforma Xˊê peyamek pîrozbahiyê da.

Ehmed di posta xwe de got: "Cejna Çarşema Sor li gelê me yê Êizdî pîroz be. Her sal û hemû Êzidî di xêr û xweşiyê de bin.

Bi hêviya ku ev cejn bibe destpêkek nû ya tijî aramî û ewlehî, û bila ev hevjiyan û rêzgirtina di nava me de her bimîne. Bi daxwaza aştî û îstîqrarê ji bo hemûyan."

(fr)