Katz şertê bidawîkirina şerê bi Îranê re danî

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz "rakirina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê" wekî şertekî bingehîn ji bo bidawîanîna şerê li dijî Îranê danî û destnîşan kir ku ev made dikare ji bo hewldana xebitandina projeya nukleerî were bikaranîn.

Katz şertê bidawîkirina şerê bi Îranê re danî
14 nîsan, 2026   21:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israîl Katz ragihand ku rakirina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê ji Tehranê "şertekî bingehîn" ya ji bo bidawîanîna şerê leşkerî yê li dijî Îranê ye.

Katz di daxuyaniya bi boneya "Roja Bîranîna Holokostê" de diyar kir ku "madeyên dewlemendkirî dikarin wekî bingehek ji bo jinûve destpêkirina projeya nukleerî werin bikaranîn" û destnîşan kir ku hem Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) hem jî Îsraîl rakirina van madeyan wekî gavek krîtîk ji bo bidawîanîna êrişên leşkerî dibînin.

Girêdayî heman mijarê di raporên ragihandina Amerîkayî de hate diyarkirin ku Washingtonê, di gera danûstandinan de bi Tehranê re ku li paytexta Pakistanê Îslamabadê pêk hat, pêşniyara rawestandina dewlemendkirina uranyumê heta 20 salan û derxistina depoya uranyuma dewlemendkirî ya pir bilind ji Îranê pêşkêş kiribû.

Li gorî çavkaniyan, Îranê pêşniyara Amerîkayê red kiribû û alternatîfek pêşniyar kiribû. Di pêşniyara Îranê de tê gotin ku rawestandina dewlemendkirina uranyumê tenê ji bo 5 salan be, mekanîzmeya çavdêriyê ya bi armanca kêmkirina asta dewlemendkirinê were pejirandin.

Tevî têkçûna gera danûstandinên 21 saetan dewam kir, çavkaniyên Amerîkayî diyar kir ku kanalên peywendiyan di navbera her du aliyan de vekirî dimînin û di hin mijaran de "pêşketinek" nisbî hebû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi dorpêçkirina Tengava Hurmuzê re zextên zêdetir li ser Îranê ragihandin. Çavdêran ev dorpêç wekî mezinkirina aloziyê ya bi armanca dehfdana Tehranê ku tawîzan di dosyay nukleerî de bide, hesibandin.

(ac/fr)

ANHA