Li Ukraynayê di teqînan de polîsek hat kuştin, 15 kes birîndar bûn

Şeva borî li bajarê Lviv ê bakurê rojavayê Ukraynayê 2 teqîn çêbûn. Di encamê de polîsek hat kuştin û herî kêm 15 kes birîndar bûn. Li Kîevê jî dengê teqînan hat bihîstin.

Li Ukraynayê di teqînan de polîsek hat kuştin, 15 kes birîndar bûn
22 sibat, 2026   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Dozgeriya herêmî ragihand ku polîsan saet derdora 12. 30 ê şevê (22.30 GMT) agahî wegirtin ku li bajarê Lvivê yê rojavayê Ukraynayê yê nêzîkî sînorê Polonyayê bi ser firoşgehekê de hatiye girtin.

Heman çavkanî diyar kir ku dema dewriyeya yekemîn a polîsan gihaşt cihê bûyerê dengê teqînekê hat bihîstin û dema ekîbeke ewlehiyê diçû cihekî din teqînek din rû da û di encamê de polîsekî 23 salî hat kuştin.

Şaredarê bajarê Lvivê Andrei Sadov daxuyaniyek li ser Telegramê parve kir û piştrast kir ku di bûyerê de polîsek hatiye kuştin û 15 birîndar veguhestine nexweşxaneyê. Şaredar bûyer bi "kiryarekî terorî" bi nav kir û dîmenê wêraniya li avahiya firoşgehê bûye parve kir.

Piştî hişyariyên êrişeke mûşekên balîstîk an ku du roj beriya salvegera çaremîn a destpêkirina şerê Rûsyayê li ser Ukraynayê, vê sibehê li paytext Kîevê teqîn hatin bihîstin.

Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê ji ber gefên bikaranîna mûşekên balîstîk rewşa amadebaşiyê ragihand û ji şêniyan xwest ku li stargehan bimînin.

Desthialta Ukrayanyê ragihand ku yekîneyên wê yên parastina hewayî li herêma Kîevê bersiva êrişên dronan dane û ji welatiyan xwest ku der barê çalakiyên leşkerî yên niha de agahî û dîmenan neweşînin.

(bb)