Artêşa Iraqê bi ser taxên Kerkûkê de girt

Artêşa Iraqê bi ser taxa Newroz ya Kerkûkê girt û gefa dagirkirina xaniyên Kurdan kirine.

Artêşa Iraqê bi ser taxên Kerkûkê de girt
22 sibat, 2026   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Zextên artêşa Iraqê yên li ser taxa Newroz ya Kerkûkê berdewame. Artêş dixwaze bi darê zorê nişteciyên taxê ji malên wan derxe û dest deyne ser malên wan.

Li gor dîmenên ku hatine parvekirin, vê sibehê hêzek girêdayî artêşa Iraqê bi ser taxê de girtiye û êşkence li çend kesan dikin.

Li gor agahiyan, leşkeran ji xelkê taxê re gotine ku ger ji malên xwe derkevin, wê dest bi ser malên wande bigrin.

Hat zanîn ku heta niha jî leşker li nava taxê de mane û hêzên xwe yên li nav taxê zêdetir dikin û rê bi hatûçona welatiyan nadin.

Ji duh êvarî ve hêzên Iraqê dor li taxa Newroz girtine, bi armanca valakirina taxê zextên tûnd li ser runiştvanên taxê dikin.

Hêjayî gotinêye ji piştî rûxîna rejîma Baas ve welatiyên Kurd xanî û zeviyên taxa Newroz kirîne û ev 23 salin li wê taxê dijîn. Lê ev du salin artêşa Iraqê hewl dide taxê dagir bike. Beriya niha jî xelkê taxê gelek caran çalakiyên cûda lidarxistine û diyarkirine ku ewê ji malên xwe dernekevin.