Li Ukraynayê 7 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku di êrişa Rûsyayê ya li ser herêma Sumy ya li bakurê rojhilatê Ukraynayê de, yek jê zarok, 7 kes hatin kuştin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku 13 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Li Ukraynayê 7 kes hatin kuştin
19 mijdar, 2024   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku di êrişeke Rûsyayê ya şevê din a li ser herêma sînorî ya Sumy de, yek jê zarok, 7 kes hatine kuştin.

Zenlensky diyar kir ku êriş bi droneke Hlokhev hatiye kirin û di encamê de zarokek û 6 kesên din hatin kuştin. Her wiha ragihand ku dibe ku hin qurbaniyên din di bin kavilan de asê mabin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku 13 dronên Ukraynayê li ser herêmên Bryansk û Belgorodê îmha kirine.

(bb)