Çeteyan gefên revandinê li şêniyan xwarin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gef li şêniyên Efrînê xwarin ku ger xeracên çinîna zeytûnan nedin, dê werin revandin.

Çeteyan gefên revandinê li şêniyan xwarin
20 sibat, 2024   14:12
ŞEHBA

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên li Efrînê werigirtine, çeteyên Sultan Silêman Şah (Emşat) 19’ê Sibatê gef li 10 welatiyên Kurd ên ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabata ya Efrînê xwarin ku eger xeracên çinîna zeytûnan nedin, dê werin revandin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan bi ser malên welatiyan de girt û gef li wan xwariye ku eger di nava 2 rojan de xeracan nedin, dê werin revandin.

Ji kesên ku gef li wan hatiye xwarin Mihemed Îso û Welat Remzî Qasim hatin naskirin. Hate zanîn çeteyan 5 hezar dolar ji Îso xwestiye.

(bb)

ANHA