Li Til Rifetê belavkerekî narkotîkê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Til Rifetê belavkerekî narkotîkê gir û bi wî re heb û madeyên narkotîkê desteser kir.

Li Til Rifetê belavkerekî narkotîkê hate girtin
14 gulan, 2024   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn 12`ê Gulanê bi kemînekê li bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn û Şehbayê belavkerekî narkotîkê girt. 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî têkildarî mijarê dauxyaniyek weşand.

Navendê di daxuyaniyekê de ev agahî parve kir: "Di 12’ê Gulanê de, hêzên me yên dijî madeyên hişbirê li bajarê Til Rifet ê girêdayî Kantona Şehbayê û Efrînê di kemînekê de belavkerekî madeyên hişbirê girt.

Di çarçoveya rêze operasyon û hewldanên mezin ên hêzên me yên ji bo şopandina bikarhênerên madeyên hişbir, firoşkar û belavkarên madeyên hişbirê de, hêzên dijî madeyên hişbirî yek ji belavkaran li taxeke herêmên Şehbayê bi kemînekê girtin û di destê wî de madeyên hişbirê yên ku di erebeya wî de veşartibûn, desteser kirin ku ev in:

Hêzên me lêpirsînên destpêkê bi girtî re qedandin û ji bo li gorî rêzikname û yasayan cezayekî adil der barê wî de bê dayîn, ji edliyê re hatin şandin."

(şx)