Li Helebê ji bo şehîd Merwan Zirvan merasîma xiyabî li dar ket

Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Merwan Zirvan li dar xist. Di merasîmê de hate destnîşankirin ku dê têkoşîna şehîd Merwan were domandin.

14 gulan, 2024   15:22
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo gerîlayê HPG`ê şehîd Merwan Zirvan (Ehmed Îbrahîm Ehmed) li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê merasîmek li dar xist. Şênî, endamên saziyên sivîl, partî û hêzên leşkerî tev li merasîmê bûn.

Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel-Jin (YPG- YPJ) toreneke leşkerî li dar xist, ji fermandarên YPG`ê Ferhad Kobanê axivî û behsa kesayeta şehîd Merwan kir û got: "Şehîd Merwan bi vîna xwe tev li gerîla bû. Ji ber ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê qebûl nekirin. Berpirsyariya parastina Kurdistanê da ser milê xwe."

Ferhad Kobanê soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin û wiha domand: "Çawa şehîd Merwan tê koşiya heta şehîd bû, em ê jî xwedî li çeka wî derkevin, tola wî hilînin û planên dagirkeran têk bibin.”

Endama rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih jî wiha axivî: "Em çi bikin jî em nikarin heqê wan bidin. Bi saya fedakariyên şehîdan me ew qas destkeftî bi dest xistin."

Bi navê malbata şehîd parêzer Elaudîn El Xalid Kalo jî axivî û got: "Şêniyên Til Eranê dê têkoşînê berdewam bikin. Di oxira rizgarkirina Kurdistanê û azadiyê de em ê şehîdan bidin."

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA