Li Til Eranê Kurdekî din hat revandin û li Efrînê binpêkirin didomin

Komek çekdar bi awayekî bêserûber Kurdek li Til Eranê revand, û li Efrîna dagirkirî çeteyên dagirkeriya Tirk binpêkirinên xwe didomînin.

Li Til Eranê Kurdekî din hat revandin û li Efrînê binpêkirin didomin
24 hezîran, 2025   18:36
NAVENAD NÛÇEYAN

Komek çekdar û rûgirtî ya qaşo Saziya "Ewlekariya Giştî" vê sibehê (24’ê Hezîranê) bi ser bajarokê Til Eranê yê gundewarê başûrê Helebê, ku piranî Kurd in de, girt û Kurdê bi navê Ehmed Emorî El Xemîs revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Li gorî îdiayên kesên revandine, Ehmed El Xemîs bi karkirina bi serbazekî rejîma berê re di warê bazirganiya erebeyan de kar dike, hatiye tohmetbarkirin. Lê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ev tohmet derewandin û li ser zimanê xelkê bajarokê piştrast kir ku Ehmed el Xemîs ji çend salan ve di nivîsgeha kirîn û firotina erebeyan de li bajarokê xwe dixebitî û tu têkiliya wî bi rejîma berê re tune ye û revandina wî di çarçoveya binpêkirinên li dijî xelkê herêma Kurdî de pêk tên.

Girêdayî mijara binpêkirinan, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bazirganê Kurd Zekeriya Mistefa Beşar piştî 3 rojan ji revandina wî, berda.

Di bûyereke din de di nava xelkê de tirs û xofek derket. Ji ber ku serçeteyekî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ê bi navê Seyfeedîn El Casim tevahî alîkarê xwe yê bi navê "Ebû Muaz" şeva berê bi awayekî bêserûber gule li qada Kaniyê ya li bajarokê Şiyê yê Efrînê avêtin. Ev bûyer saet di 19:35’an de pêk hat.

Şahidan diyar kir ku guleavêtin bi armanca şantajkirinê bêyî ku jiyana welatiyan di ber çavan re were girtin, pêk hat û dijberiyeke zelal a biryarên Wezareta Hundirîn a hikumeta veguhzê a Sûriyeyê ye, ku diyar kiribû avêtina guleyan li cihên şêniyan qedexe ye.

(fr)