Li Tehranê civîna çaralî dest pê kir

Civîna çaralî ya li Tehranê ya bi beşdariya Îranê, Pakistan, Tirkiye û Siûdiyê ji bo nîqaşkirina ewlehî û aramiya herêmî dest pê kir.

Li Tehranê civîna çaralî dest pê kir
26 cotmeh, 2026   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona Îranê ragihand ku civîna çaralî li Tehranê bi beşdariya rayedarên Îranê, Pakistanê, Tirkiyeyê û Siûdiyê ji bo nîqaşkirina dozên ewlehî û îstîqrara herêmî dest pê kir.

Li gorî ajansa “Tasnim” a Îranê, ewlehiya herêmî, bandorên êrişên leşkerî, rêbazên pêşkêşkirina alîkariyê ji gelên Filistîn û Lubnanê re hatin gotûbêjkirin.

Girêdayê mijarê, Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî tev li civîna serokê Îranê Masûd Pezîşkiyan a ligel nûnerên karên parastin û ewlehiyê ya her sê dewletên navborî bûye.

(f)