Li Tebqayê şevbuhrêka helbestan a jinan

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi armanca xurtkirina rola helbestvaniyê û girîngiya wê di çanda civakê de şevbuhêrkek li dar xist.

Li Tebqayê şevbuhrêka helbestan a jinan
2 kanûn 2023   18:12
TEBQA

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi amadebûna helbestvanên jin ên ji Tebqayê, nûnerên Rêveeberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û endamên rêxistinên jinan, şevbuhêrkek helbestan li Kafeterya Qemer li dar xist.

Destpêkê helbestvan Salîhe Şemalî, Buşra El Mensûr û Lara Raşid helbest xwendin.

Piştre beşdaran bandorên aloziya Sûriyeyê li ser civakê, bi taybet li ser jinan, çawa jin li hemberî zehmetiyan rabûn û nasnameya xwe nîşan dan, nîqaş kirin.

Beşdaran bal kişand ser koçberiya ji ber aloziya Sûriyeyê ji zêdetirî 13 salan dewan dike. Her wiha rastiya windakirinê di wêjeya jinên Sûriyeyê de, çawa jinan li hemberî windabûnê li ber xwe dan hat nîqaşkirin.

Di dawiyê de Meclisa Jinan a Sûriyeyê her sê helbestvan xelat kirin.

(bb)

ANHA