Li Tebqayê çalakiya ʹRojek dagirtî bi Rêbertî reʹ 

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê ji bo xwekûrkirina di fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan  de çalakiyek li dar xist.

Li Tebqayê çalakiya ʹRojek dagirtî bi Rêbertî reʹ 
Li Tebqayê çalakiya ʹRojek dagirtî bi Rêbertî reʹ 
Li Tebqayê çalakiya ʹRojek dagirtî bi Rêbertî reʹ 
Li Tebqayê çalakiya ʹRojek dagirtî bi Rêbertî reʹ 
Li Tebqayê çalakiya ʹRojek dagirtî bi Rêbertî reʹ 
Li Tebqayê çalakiya ʹRojek dagirtî bi Rêbertî reʹ 
Li Tebqayê çalakiya ʹRojek dagirtî bi Rêbertî reʹ 
Li Tebqayê çalakiya ʹRojek dagirtî bi Rêbertî reʹ 
29 cotmeh, 2024   21:36
TEBQA

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê çalakiya "Rojek dagirtî bi Rêbertî re" li dar xist. Ji sibehê heya êvarê gelek çalakî hatin organîzekirin.

Çalakî li keleha Ceber bi beşdariya bi dehan endamên yekitiyê û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger hat lidarxistin.

Bernameya çalakiyê bi pêşkêşkirina belgefîlmeke li ser jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan hat destpêkirin.

Piştre rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Sara Mihemed li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan û hewldanên wî yên çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn semînerek da.

Piştî semînerê, beşdaran agir vêxist û li dorê xelekek çêkirin. Her wiha beşdaran stran gotin. Çalakî bi xwendina peyamên endamên jinên Ciwan ên der barê têkoşîna xwe li ser fikra rizgariya jinan a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye de, xwendin.

(mh/fr)

ANHA