Malbatên şehîdan: Divê partiyên siyasî erkên xwe bi cih bînin

Malbatên şehîdan bang li partiyên siyasî û hiqûqnasan kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bikin û dengê xwe bigihînin raya giştî.

Malbatên şehîdan: Divê partiyên siyasî erkên xwe bi cih bînin
30 cotmeh, 2024   04:10
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Malbatên şehîdan ên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê bang li siyasetmendar û hiqûqnasan kir ku li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan erkên xwe bi cih bînin.

Bavê gerîlayê HPG`ê şehîd Baz Pîran (Bîlan Îbrahîm), Ferhan Îbrahîm diyar kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêwîstî bi çalakiyên xurttir heye.

Îbrahîm bang li partiyên siyasî û hiqûqnasan jî kir û got: “Ew mafnasên ku xwedî sond in û xwedî fikr in, gerek e li sonda xwe xwedî derkevin û daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin. "

Îbrahîm wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Bang li hemû gelan, taybet partiyên siyasî û hiqûqnasan dikim ku daxwaza mafê Rêber Abdullah Ocalan bikin û ji bo azadiya wî li qadan bin. Ji partiyên siyasî tê xwestin ku çalakiyan bikin û li dijî Komploya Navneteweyî bisekinin. "

Xwişka şervanê YPG`ê yê şehîd Macid Hesen, Etiya Hesen jî got: “Em xwe berpisyar dibînin ku heta niha me rêberê xwe azad nekiriye. Em soz didin em ê her dem çalakiyan li dar bixin û berxwedanê bihêztir bikin heya azadiya wî ya fîzîkî were misogerkirin. Ji derveyî Rêber Abdullah Ocalan tu kesî maf nedaye jinan û jin nekirine pêşeng."

Etiya Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Fikra Rêberê me fikreke neteweyî ye û ji bo hemû kesên bindest e."

Etiya Hesen bang li partiyên siyasî kir ku xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bikin. Her wiha bang li dayikên şehîdan û tevahî jinan kir ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan dakevin kolanan.

Etiya Hesen di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Wek malbatên şehîdan ji me were xwestin em ê xwe li dora Îmralî bikin xelekek ji agir û xwedî li serokê xwe derkevin. Azadiya me ji azadiya Rêber Abdullah Ocalan e."

Bavê gerîlayê HPGˈê Nûbar Xelef ê ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye û bavê şervanê YPGˈê Lewend ê ku li Rojava şehîd bûye Ebdê Xelef, got rola partiyên siyasî û mafnasan pir girîng e û gereke ji bo Rêber Abdullah Ocalan bi erka xwe rabin.

Ebdê Xelef diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan nûneriya tevahî gelan dike û ev li gotinên xwe zêde kir Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe bi hezaran mirov ji zordariyê rizgar kir. Ji partiyên siyasî û kesayetên mafnas tê xwestin ku dengê xwe bighînin saziyên mafên mirovan li hember kiryarên dewleta Tirk dagirker ên ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê kirin rabin û bê deng nemînin.

(k)

ANHA