Li Swîsre û Almanyayê banga xurtkirina hevgirtina bi Rojava re

Ciwanên Kurd ji bo xurtkirina hevgirtina bi Rojava re li Zurîhê standa agahdariyê danîn. Li bajarê Darmstadt ê Almanyayê jî meşeke girseyî bi daxwaza statuya Rojava hat organîzekirin.

Li Swîsre û Almanyayê banga xurtkirina hevgirtina bi Rojava re
2 sibat, 2026   22:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Swîsre û Almanyayê çalakiyên bi wesîleya piştevaniya gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ciwanên Kurd li herêma Bahnofstrasse ji bo xurtkirina hestyariyê û hevgirtina bi Rojava re standa agahdariyê danîn.

Di çalakiyê banga piştgiriya ji bo kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojava ya ku ji hêla Heyva Sor a Kurd ve hatiye destpêkirin hatin dubarekirin. Ciwanan li standa agahdariyê belavokên bi zimanê Almanî li welatiyên Swîsreyê yên ku derbas dibûn belav kirin û li ser pêşketinên dawî yên li Rojava agahî dan.

Gel eleqeyeke mezin nîşanî standê dan. Di çalakiyê de banga xurtkirina hevgirtina bi Rojava re û berfirehkirina alîkariya mirovî derketin pêş.

Her wiha hat ragihandin ku piştgiriya ji bo kampanyaya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurd ji bo Rojava berdewam dike.

DARKSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Almanyayê ji bo 1’ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê bi daxwaza statuya Rojava meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Meclisa Jinan a Roza û Meclisa Gelê Kurd a Darmstadtê ve hat organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û sirûda Ey Reqîb dest pê kir.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Luisenplatzê kom bûn û pankart û dovîzên şoreşa Rojava silav dikirin hilgirtin. Di meşê de dema girse di kolan û qadên herî qerebalix ên Darmstadtê re derbas dibûndirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rêber Apo" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin û piştgiriya xwe ji bo berxwedana Rojava diyar kirin.

Daxuyaniyên ku di meşê de hatin kirin bal kişandin ser têkoşîna azadiya jinan û destketiyên demokratîk ên li Rojava hatine bidestxistin. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku naskirina statuya Rojava wê ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk gaveke girîng be.

KOLN

VELBERT