Li Sûriyeyê sibe rojiya yekemîn ji meha Remezanê ye

Gelek dewletan di nav de Sûriye, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Kiwêt û Behreyn ragihand ku roja duşemê roja yekemîn a rojiya Remezanê ye.

Li Sûriyeyê sibe rojiya yekemîn ji meha Remezanê ye
10 adar, 2024   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Zanyariya Feqhî ya Wezareta Ewqafê ya hikumeta Şamê ragihand ku sibe roja yekemîn a rojiya Remezanê ye.

Dadgeha Bilind a Erebistana Siûdî ragihand ku roja duşemê roja yekemîn a rojiya Remezanê ye.

Her wiha komîteyên şopandina heyva Remezanê li Kiwêtê ragihand ku duşemê, 11ˊê Adarê roja yekemîn a rojiya Remezanê ye.

(fr)