Li Sûdanê 2 nexweşxane û taxên niştecihan hatin hedefkirin

Hêzên Piştevaniya Lezgîn li bajarê El Ebyed  yê eyaleta Bakurê Darforê ya Sûdanê, 2 nexweşxane û taxên niştecihan kirin armanc.

Li Sûdanê 2 nexweşxane û taxên niştecihan hatin hedefkirin
30 gulan, 2025   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî û şahidan, Hêzên Piştevaniya Lezgên îro li bajarê El Ebyedê ya eyaleta Bakurê Darforê ya naverasta Sûdanê taxên niştecihan û Nexweşxaneya Deman û Nexweşxneya Sîlah Tubî kirine armanc. 

Heman çavkanî diyar kir ku di encama êrişê de hin kes birîndar bûne û zerarên mezin ên madî çêbûne.

Hate diyarkirin ku hêzên Piştevaniya Lezgîn êrişên xwe li ser deverên rojava û naverasta Sûdanê zêdekirine û duh (Pêncşem) êrişeke nû li dijî du bjarokên eyaleta Kerdevanê pêk anî.

Bajarê El Eybet  ê stratejîk li ser rêyên di navbera Xertûm û herêma Darforê  de ye, îsal ji aliyê artêşa Sûdanê ve hatibû kontrokirin. Ev demeke Hêzên Piştevaniya Lezgîn êrişan li dijî Darforê pêk tîne.

Hate ragihandin ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn êrişên xwe li ser bajarê Faşirê (Bajarê herî mezên ê herêma Darforê ye) didomîne.

Ji 15’ê Nîsana 2023’yan ve şerekî giran di navbera artêşa Sûdanê ya bi serkêşya Ebdullah El Burhan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn a bi serokatiya Mihemed Hemdan Deleqo (Hemîdtî) de rû dide. Di encama şer de zêdetirî 13 mîlyon kes koçber û penaber bûne, her wiha aloziyeke mezin a mirovî heye.

(bb)