Berdevkê OCHA’yê: Xeza bûye cihê herî birçî li ser rûyê erdê
ICRC’ê ragihand ku xebatên nîvê tesîsên bijîşkî yên Heyva Sor a Filistînê sekinîne. Berdevkê OCHA’yê jî da zanîn ku "Xeza bûye cihê herî birçî li ser rûyê erdê" û destnîşan kir ku ji sedî 100 nifûsa Xezayê di xetereya birçîbûnê de ye.

Li gorî nûçeya AFP’ê, berdevkê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) Tommaso Della Longa ragihand ku ji ber kêmbûna sotemenî û alavên bijîşkî xebatên xwe, nîvê tesîsên bijîşkî yên Heyva Sor a Filistînî li Xezayê rawestandine.
Li gorî Della Longa; rewşa Xezayê bi lez û bez xirab dibe, dorpêça giran berdewam û rê li ber gihandina pêdiviyên girîng tê girtin. Her wiha da zanîn ku pêdiviyên bijîşkî pir kêm ku ev yek jî gefê li jiyana bi hezaran sivîlan dixwe.
Berdevkê Ofîsa Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Jens Laerke li Cinêvê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, di du hefteyên dawîn de bi kêmanî 200 hezar kes ji Xezayê koçber bûne. Laerke da zanîn ku ji Adara îsal heya niha ve zêdetirî 635 hezar ji warê xwe bûne.
Berdevkê Ofîsa Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) got, Xeza bûye cihê herî birçî li ser rûyê erdê. Her wiha diyar kir ku gefa birçîbûnê li ser rêjeya ji sedî 100 a nifûsê heye.
Jens Laerke aşkera kir ku desthilata Îsraîlê berpirsa qedexeya gihandina alîkariyên mirovî bo Xezayê û ev agahî parve kirin "Ji 900 kamyonên barhilgirên alîkariyên mirovî 600 kamyonan tenê destûra çûna Xezayê wergitine, lê ketina wan a nav Xezayê ji ber nêzîkatiyên burokrasî û ewlehiyê yên Îsraîlê hatin astengkirin..Me karibû ard tenê derbasî herêmê kiriba. Ew jî bo xwarina rasterast ne guncaw e."
Li gorî daneyan, ji 2.4 milyon niştecihên Xezayê 1.5 milyon bê cih û war in, ji ber bombebarana domandar a hêzên Îsraîlê tevahiya malên wan hilweşiyan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023`an vir ve jenosîdê pêk tîne, di encamê de zêdetirî 177 hezar kuştî û birîndar çêbûne ku piraniya wan jin û zarok in. her wiha zêdetirî 11 hezar kes jî di bin kavilan de winda ne.
(bb)