Balafirên şer stargehên DAIŞ’ê bombebaran kirin

Balafirên şer yên Artêşa Iraqê li Başûr Rojhilatê Kerkûkê stargehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin. Tê gotin 6 çete hatine kuştin.

Balafirên şer stargehên DAIŞ’ê bombebaran kirin
30 gulan, 2025   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Iraqê, danê vê siharê balafirên şer yên Artêşa Iraqê, li herêma Rojhilatê Wadî ya parêzgeha Kerkûkê, stargehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirine.

Heman çavkaniyê ragihand ku di encama êrişê de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û ziyanek mezin gihiştiye stargehên çeteyan.