Li Siwêdayê mûşekek li avahiyekê ket

Li bajarê Siwêdayê mûşekek li avahiyeke sivîlan ket û di encama wê de kuştî û birîndar hene.

Li Siwêdayê mûşekek li avahiyekê ket
28 sibat, 2026   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me yê Siwêdayê ragihandine, li herêma Sînaî ya dikeve bakurê bajarê Siwêdayê mûşekek li avahiyeke sivîlan ket. Di encama wê de 5 kes hatin kuştin û birîndar hene. Ji kuştiyan nasnameya Tariq El Awer û kurê wî hatine naskirin.

Çavkaniyeke tenduristiyê agahî da nûçegihanê me ku di encama ketina mûşekê de 5 kuştî rakirine nexweşxaneya bajar û tenê nasnameya Tariq El Awer û kurê wî hatiye naskirin. Her wiha heman çavkaniyan got 3 birîndar jî hene.