Li Siwêdayê mûm ji bo giyana şehîdan hatin vêxistin

Komeleya Oksîjenê li Siwêdayê li Qada Şehîdan ji bo rêzgirtina li giyana şehîdan çalakiyek li dar xist, mûm vêxistin.

Li Siwêdayê mûm ji bo giyana şehîdan hatin vêxistin
Li Siwêdayê mûm ji bo giyana şehîdan hatin vêxistin
Li Siwêdayê mûm ji bo giyana şehîdan hatin vêxistin
Li Siwêdayê mûm ji bo giyana şehîdan hatin vêxistin
Li Siwêdayê mûm ji bo giyana şehîdan hatin vêxistin
Li Siwêdayê mûm ji bo giyana şehîdan hatin vêxistin
26 gulan, 2026   22:24
SIWÊDA

Komeleya Oksîjenê li Siwêdayê şeva Cejna Qurbanê, bi amadebûna malbatên qurbaniyan, çalakiya bibîranîna nêzî 4 hezar welatiyên di êrişên Tîrmehê de şehîd bûbûn li dar xist. 

Di çalakiyê de ji bo gihana şehîdan mûm hatin vêxistin. Beşdaran diyar kir ku tiştê herî hindik e ku dikare ji bo bibîranîna şehîdan were kirin û dengê wan bigihînin cîhanê

Amadebûyan anî ziman ku ji ber trajedeiya ku bi serê gelê Siwêdayê de hatiye di rojên cejnê de şîn ragihandin. Di heman demê de serokê Komeleya Oksîjenê Şerîf El Meqt got, "Malbatên şehîdan biryara aqûbeta herêmê didin. xwîna şehîdan biha ye, li ser her dilopek xwînê, hêstirik dayikan an girînga zarokekî tawîzan nadin."

(fr)

ANHA