Li Silêmaniyê piştî pevçûnan zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin

Li Silêmaniyê piştî bûyerên bi binçavkirina Lahur Şêx Cengî bi encam bûn, zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin û li bajêr tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.

Li Silêmaniyê piştî pevçûnan zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
22 tebax, 2025   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê bûyerên ji ber bi binçavkirina Serokê Partiya Eniya Gel (Berey Gel) Lahur Şêx Cengî destpê kirin, ji nîvê şevê heta saetên sibehê dewam kirin. Di operasyonê de di nava wan de Lahur Şêx Cengî, her du birayên wî Polad û Aso Şêx Cengî, Fermandarê Yekîneya Dupişkê Rêbwar Hemîd û berpirsê Berey Gel Jîno Muhammed jî hene, zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin.

Di pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê û hêzên çekdar ên girêdayî Lahur de sê ji hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê û du ji hêzên girêdayî Lahur Şêx Cengî bi tevahî 5 endamên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku li bajêr tank, hawan û dron hatine bikaranîn. Malbata Lahur Şêx Cengî veguhastin herêmeke bi ewle.