Îran û Ewropayê wê roja sêşemê bicivin

Wezîrên karên derve yên Îran û welatên Ewropayê wê der barê bernameya nukleerî ya Îranê de roja Sêşemê bicivin.

Îran û Ewropayê wê roja sêşemê bicivin
22 tebax, 2025   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îranê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku der barê bernameya nukleerî de dê hefteya bê hevdîtin di navbera diplomatên wê û yên Brîtanya, Fransa û Almanyayê de pêk werin.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, piştî hevdîtina di navbera wezîr Ebas Eraqcî û dîplomatên pilebilind ên ewropî de lihevkirin çêbû ku roja sêşema bê  dan û standin li ser asta wezîrên karên derve yên welatên ewropî û Yekitiya Ewropayê pêk werin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot di nivîsekê de ku li ser X’ê parve kiriye diyar kir ku wî peywendiyeke telefonî ya "Girîng" ligel Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lamy, Wezîrê Karên Derve yê Almanya Johan Vadephul û berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê Kaya Kallas û hempîşeyê xwe yê Îranê Ebas Eraqcî re pêk anî.

Barrot da zanîn ku "Peywendî bi mijara bernameya nukleerî û cezayên li ser Îranê yên ku em amade ne ji nû ve aktîv bikin hat çêkirin û got, der barê bernameya nukleerî ya Îranê de dem li wan tengbûye bighêjin çareseriyeke ku dan û standin li ser hatiye kirin.

(bb)