Li Silêmaniyê ji bo piştgiriya YPJˊê lîstikek futbolê hat kirin

Di çarçoveya çalakiyên piştevaniya bi YPJ’ê re li Silêmaniyê bi dirûşma ‘Em Hemû YPJ ne, YPJ Hebûna Me Ye’ lîstikeke futbolê navbera du tîmên lîstikê ya Rojava û Çiya de hate lîstin. Di lîstikê de Tîma Rojava 8-0 bi ser ket.

Li Silêmaniyê ji bo piştgiriya YPJˊê lîstikek futbolê hat kirin
31 gulan, 2026   22:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi amadebûna rêjeyek welatparêz li Hola Lîstikê ya Kurdcitey a li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re lîstikeke futbolê hate kirin.

Lîstik di navbera Tîma Rojava û Tîma Çiya de hate kirin. Lîstik bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişte jî peyama ciwanan ji aliyê Hêvî Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan bûye hêvî û ev jî bi pêşentiya jinên berxwedan û têkoşer pêk hat û wiha hate gotin: “Şoreşa Rojava şoreşa jinane. YPJ xwediyê nasnameya jinên azade. Ji destpêkê ve YPJ’ê bi rêxistinkirina jinan pêşengtiya hemû gelên azadîxwaz kir. Jin sembola Şoreşa Rojava ne. Em ciwan bang li hemû ciwanan dikin ku piştgiriya YPJ’ê bikin.”

Herî dawî hate gotin ku ew ciwanên Rojava yên koçber bûne, hebûna wan hebûna YPJ’ê ye, rûmeta wan YPJ ye.

Herî dawî lîstik bi serketina Tîma Rojava dawî bû.