Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu civînek ji bo nirxandina pêşdeçûnên meydanî li eniyên Lubnanê li dar xist, hemwextê wê jî artêşa Îsrtaîlê êrişên xwe yên leşkerî li başûrê Lubnanê zêde kirin.

Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir
31 gulan, 2026   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê êrişên din li dijî nuqteyên girêdayî Hizbullahê li Sor û deverên din ên başûrê Lubnanê pêk anîn.

Li gorî Kanala 12ˊan a Îsraîlê, Netanyahu civîneke ewlehiyê ya nirxandina pêşdeçûnên meydanî li eniyên Lubnanê li dar xistin, hemwextî wê jî êrişên leşkerî û berfirehkirina çarçoveya leşkerî dewam dikin.

Kanala 13ˊan daxuyand ku Netanyahu di civîna nirxandina ewlehiyê de vebijarkên berfirehkirina êrişên leşkerî li Lubnanê û careke din vegera li êrişên li dijî Beyrûtê nîqaş kirin.

Li gorî kanalê, fermandariya Îsraîlê berfirehkirina armanc û bilindkirian zexta leşkerî li dijî Hizbullahê, ger êriş li dijî Îsraîlê dewam kirin, gotubêj kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li Sor û deverên din ên başûrê Lubnanê binesaziya Hizbullahê bombebaran kiriye, bi taybet depoyên çekan û navendên Hizbullah bi kar tîne.

Kanala 12ˊan tevgerên siyasî yên hemwextî rageşiya leşkerî aşkera kirin û destnîşan kir ku Îsraîlê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xwestiye ku bihêle ew asta êrişên xwe heta li hundirê Beyrûtê berfireh bike.

(fr)