Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên xizmetguzariyê hatin taloqkirin

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêça hikumeta Şamê, tevahî xebatên xizmetguzariyê heta demeke nediyar taloq kirin.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên xizmetguzariyê hatin taloqkirin
2 kanûn, 2023   14:57
HELEB

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li pêş navenda xwe ya li Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da. 

Rayedarê şaredariyê Dijwar Hemkê bi beşdariya endamên komîteyên şaredariyê, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikumeta Şamê siyaseta birçîkirinê li dijî şêniyên her du taxan û herêmên Şehbayê dimeşîne. Armanca wê şikandina vîna gel û koçberkirina wan e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku koçberên Efrînê yên di kampên li Şehbayê de dimînin, ji 6 salan ve di nava dorpêçekê de ne ku dê bi xwe re felaketeke mirovî ya rastîn bîne.

Îşaret pê hate kirin ku di encama dorpêçê de, perwerdeya di dibistanan de hate taloqkirin, kehrebe qut bû û hindik maye derman li nexweşxaneya yekane ya li navçeya Fafînê û Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê biqedin.

Dijwar Hemkê got ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya ku nahêle xwarin, çîmento, sotemenî, werşeyên sererastkirinê yên saziya avê û kehrebeyê derbasî her du taxan bibin, xebatên şaredariyê heta demeke nediyar hatine taloqkirin.

(şx)

ANHA