Li ser sînorê Sûriyeyê rageşiya Îsraîlê

Hate ragihandin ku yekîneyeke Îsraîlê vê sibehê ket gundekî Quneytîrayê û piştre vekişiya. Duh bi şev jî derdora Dera û Quneytîrayê topbaran kirin.

Li ser sînorê Sûriyeyê rageşiya Îsraîlê
13 mijdar, 2025   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Binpêkirinên Îsraîlê yên li xaka Sûriyeyê dewam dikin. Li hemberî van binpêkirinan hêzên hikumeta veguhêz tu helwestan nîşan nadin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê vê sibehê ketin gundê Konde yê Quneytîrayê û piştî demek kurt ji gund vekişiyan.

Hate ragihandin duh bi şev jî 2 guleyên tankan ji Îsraîlê hatine avêtin, li derdora gundên Abidîn û Koya yên herêma Hewza Yermûk ên gundewarên rojavayê Derayê ketine. Der barê ziraran de agahî nehatin bidestxistin.

SOHR’ê da zanîn ku duh êvarî jî guleyên obîsan li derdora Girê Ehmer ê rojhilatê gundewarên Quneytîrayê ketin û diyar kir ku jêdera guleyan Îsraîl e.

Li gorî SOHR’ê gulebaran bû sedema tirsê di nava şêniyan de, lê der barê encamên topbaranê de agahî nehatin zanîn.

(bb)