Li Rûsyayê zêdeyî 10 hezar xanî di bin avê de mane

Ji ber lehîyê li herêmên Ûral û Volga yên Rûsyayê û rojavayê Sîbîryayê zêdeyî 10 hezar xanî di bin avê de mane.

Li Rûsyayê zêdeyî 10 hezar xanî di bin avê de mane
8 nîsan, 2024   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsyayê di van rojan de ji ber lehiyê bi taybet jî li herêma Orenbûrgê bi hezaran kes derbasî herêmên din kirin.

Beşeke mezin a bajarê Orskê ku nifûsa bajarî 220 hezar e,  şeva înê ji ber hilweşîna bendava li nêzî çemê Ûralê, di bin avê de ma.

Li gorî rayedaran tevî ku li bajarê Orskê asta bilindbûna avê 9 santîmetreyan kêm bûbe jî li Orenbûrgê ku nifûsa wê 570 hezar e, asta bilindbûna avê hêj zêde dibe.

Wezareta Afetê ragihand ku zêdeyî 10 hezar û 400 xanî di bin avê de mane.

Ajansa fermî ya meteorolojiyê ya Rûsyayê, Rosgîdromet dibêje ku ew texmîn dikin ku lehiya li herêma Orenbûrg û derdora wê roja çarşemê gelekî xurttir bibe.

Serokê şaredariya bajarokê diyar kir ku bi deh salan e li herêmê lehiyeke ev qas mezin ranebûye.

Li gorî medyaya Rûsyayê, Sergey Salmin ê Serokê şaredariyê ev karesat wiha aniye ziman:  ‘’Ev demeke dirêj e me li Orenbûrgê ev qas zêde av nedîtibû. Asta herî bilind di sala 1942'yan de bû. Piştî wê careke din lehiyeke wiha ranebû. Ev yek beriya niha pêk nehatiye.’’

Guherîna avhewayê gelekî bandorê li Rûsyayê dike.

Lehiyên xurt bandoreke mezin li Kazaxistanê jî kir. Serokê Kazaxistanê Kasim Jomart Tokayev roja şemiyê got: ‘’Ev karesat dibe ku mezintirîn karesata van 80 salên dawîn be.’’ Her wiha Tokayevî xemginîya xwe jî anî ziman.