Kesên dikevin ber efûyê tên berdan

Di çarçoveya efûya ku Meclisa Gelan a Demokratîk bi minasebeta Cejna Remezanê derxistiye de, kesên dikevin ber efûyê ji girtîgehan derdikevin.

Kesên dikevin ber efûyê tên berdan
8 nîsan, 2024   16:41
QAMIŞLO

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe de 6’ê Nîsana 2024’an de bi boneya cejna Remezanê ji bo girtiyan efû derxistibû.

Piştî biryarê ji duh ve kesên dikevin ber efûyê ji navendên çaksaziyê (girtîgeh) derdikevin. Ji naveda çeksaziye ya taxa Um Firsan a bajarê Qamişlo jî îro gelek kes hatin berdan.
Kesên ji girtîgehê derketin ji aliyê malbatên wan ve hatin pêşwazîkirin.

(bm/a)

ANHA