Li Rojhilatê Kurdistanê gelek cihên leşkerî hatin bombebarankirin

Di roja şeşemîn a êrişan de li Rojhilatê Kurdistanê li gelek cihan baregeh û nendêên leşkerî yên rejîma Îranê hatin hedefgirtin. Hat diyarkirin ku li bajarê Bane gelek cenazeyên leşkerên Îranê di baregehên hatîn hilweşandin de hene.

Li Rojhilatê Kurdistanê gelek cihên leşkerî hatin bombebarankirin
5 adar, 2026   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên Amerîka-Îsraîl yên li dijî rejîma Îranê di roja şeşemîn de bi dijwarî didomin. Îro li navçeya Seîdî ya ser bi parêzgeha Sine navenda polîsan û baregeha Supayê Pasdaran hatin hedefgirtin. Her wiha navenda hêzen Besîc (Cerdevan), baregeha Îmam Elî, navenda parêzvanên sinor û navendek polîsan ya li parêzgeha Urmiyeyê hatin bombebarankirin. Her wiha du mûşek li derdora navenda polîsan a hejmar 12 ya li devera 6 a Behemen ya Kirmaşanê ketin ku duh jî heman cih hatibû hedefgirtin.

Her wiha baregeha fermandariya Fereca ya ser bi Supayê Pasdaran a li navçeya Nurabad ya ser bi parêzgeha Loristanê di encama êrişek asîmanî de hat hedefgirtin û beşek ji avahiyê rûxiya.

Li aliyê din hat ragihandin ku gelek cenazeyê leşkerên Supayê Pasdaran li bajarê Bane di wan navendên leşkerî ku hatine bombebarankirin de hene.