Bîlançoya êrişên li ser Lubnanê giran dibe: 77 kuştî

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di encama êrişên Îsraîlê de ji roja duşemê ve 77 kes hatine kuştin û 527 kes jî birîndar bûne.

Bîlançoya êrişên li ser Lubnanê giran dibe: 77 kuştî
5 adar, 2026   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bi daxuyaniyekê bîlançoeya nû ya êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê weşand. Li gorî wezaretê, ji berbanga duşemê heya duh bi şev, 77 kes hatine kuştin û 527 kes jî birîndar bûne.

Wezaretê da zanîn ku wê di çend saetên dawîn de hejmareke din a birîndarên êrişan pêşwazî kirin û diyar kir ku dibe hejmar zêdetir bibe û serlêdanên birîndaran ên li navendên din ên tenduristiyê dewam dikin.

Balafirên şer ên Îsraîlê bajarokên Tîba, Xirbe Silem, Mecdel Silem, Şehabiye, Konîn, Harûf, Sewana yên li başûrê welat, herêmên Keferrûma, Mareke, Debîn, Tûl, Liweyziya û Zoter ên li rojhilatê welat bombebaran kirin. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn, her wiha zirarên madî li malan û binesaziyê bûn.

Hizbullahê jî ragihand ku wê bi moşekekê baregeha artêşa Îsraîlê ya li herêma Îsbai El Celîl kir hedef.

Parlamentoya Lubnanê dê îro têkildarî êrişan û bandorên wan ên civakî û mirovî, dosyaya koçberan û tedbîrên divê werin girtin, bicive.

(bb)