‘Li Rojava tenê meş û dirûşm têrî nakin’
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat destnîşan kir ku li dijî planên nû yên qirkirin û dagirkirinê li ser Rojava tên meşandin, tenê pêkanîna meşan û berzkirina dirûşmeyan têrî nake û got: “Pêwîste gelê li her qadekê, ji ciwan heta pîr-kal û jinan rêxistinkirina parastina cewherî ava bike.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ku di bernameya taybet a Sterk Tv de li ser geşedanên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê nirxandinên girîng kirin, bal kişand ser metirsiyên li ser tevahiya Kurdistan, bi taybet ên li ser Rojava û girîngiya rêxistinkirina li ser esasê parastina cewherî vegot.
Besê Hozat, da zanîn ku şerê cîhanê yê sêyemîn her roj kûrtir dibe, dê bandorê li ser Kurdistanê jî bike û got: “Wê êrîşê li ser gelê me jî zêdetir bibin. Lewma divê berxwedana giştî hebe”.
‘PÊWÎSTE BERXWEDAN DOMDAR BIBE’
Bi gotinên wekî, “Ji ber vê yekê divê gelê Bakûrê Kurdistanê bi giştî rabe raperînê” Besê Hoza bal kişand ser girîngiya têkoşînê û ev hişyarî kirin: “Niha mitîng tên çêkirin, ev girîng in; 13’yê Cotmehê dê li Amedê, Stenbolê mitîng werin çêkrin, ev jî bi nirx in. Pêwîste her kes li dijî faşizm, nîjadkujî û pergalê di mitîngan de cihê xwe bigire. Divê bi sed hezaran, bi milyonan kes tevlî mitîngan bibin. Lê her tişt bi mitîngan na qede. Pêwîste berxwedan dom bike, domdar bibe. Divê hemû qad, meydan, kolan û kuçe bibin deryayên gelan. Pêwîste gelê me li dijî hemû êrişen ser gerîla, ziman, çand, ekolojî û erdnîgariyê li ser piyan be. Pêwîste di rewşa parastina rewa de be, şerê gel ê şoreşgerî bimeşîne, di nava berxwedanê de be, ev girîng e. Mesela pêwîste qada siyasî polîtîka û dîplomasiyek hîn bibandortir bimeşîne. Divê têkoşîna bîrdozî bê meşandin.
‘TENÊ MEŞ Û DIRÛŞM TÊRÎ NAKIN’
Besê Hozat bal kişand ku heman talûke ji bo Rojavayê Kurdistanê jî derbasdar e, lewma divê li her qadekê şerê gel ê şoreşgerî bê pêşxistin û ev nirxandin kir: Mesela metirsiya li ser Rojava her roj zêdetir dibe. Dewleta Tirk ji bo ku li Rojava êriş û qirkirinên nû pêk bîne, li bendê ye ku şer û merc çêbibin. Li benda firsendekê ye ku tevahiya Rojava dagir bike. Di vê çarçoveyê de li her dereke xebatên dîplomasiyê dimeşîne. Dixwaze ji ji şerê ku Îsraîl li dijî Hîzbûllah, Filistîn, Lubnan û Îranê dide meşandin feyde bigire. Yek ji hedefên wê yên esasî jî Rojava ye. Pêwîste gelê me yê Rojava jî, di vê wateyê de di her wateyekê de amadekariyên şerê şoreşgerî bike. Divê hêzên xwe yên parastinê ava bike; tenê çêkirina meşan û berzkirina dirûşmeyan têrî nake. Pêwîste tevahiya gelê me xwe rêxistin bike, hêza xwe ya parastina cewherî çêbike. Ji kak-pîr heta ciwan û jinan divê her kes di çarçoveya parastina cewherî de xwe rêxistin bike. Pêwîste hemû kes bibin endamên QSD, YPG/YPJ’ê û di vê çarçoveyê de welatê xwe, nirxên xwe, azadiya xwe û hebûna xwe biparêzin. Li hemberî Başûrê Kurdistanê jî talukeyên mezin hene. Planên dewleta Tirk ên Mîsak-i Milî hene. Divê hemû gelê me yê Başûrê Kurdistanê di nava berxwedanê de be.”