Sersaxî ji malbata şehîd Maşûq re xwestin

Şêniyên kantona Cizîrê di merasîma sersaxiyê ya şehîd Maşûq Serbaz de soz dan ku heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin.

Sersaxî ji malbata şehîd Maşûq re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Maşûq re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Maşûq re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Maşûq re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Maşûq re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Maşûq re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Maşûq re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Maşûq re xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Maşûq re xwestin
6 cotmeh, 2024   13:57
QAMIŞLO

Ji bo şervanê Hêzên Erka Xweprastinê Maşûq Serbaz Mihemed ê ku 3’yê Cotmehê li kantona Dêrazorê li erka xwe şehîd bûbû,  merasîmê sersaxiyê hat lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, gund û bajarokên dorê, rûspiyên êlên Ereb sersaxî herikîn bin konê sersaxiyê ku li bajarokê Girbawî yê li pêşiya mala şehîd hatiye vedan.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Girbawî Mihemed Xelîl axivî û sersaxî da malbata şehîd û şehîdên azadiyê û got: "Li vir em careke din soz didin ku têkoşînê li ser şopa şehîdan wê heya dawiyê bidome. Em ê armancên wan ên ku di oxira wê de şehîd bûne, pêk bînin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî axivî û got: "Ji destpêka têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê ve, şêniyên bajarokê fedakariyên mezin di oxira dozê de kirin û hîna dikin."

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA