Li Qamişloyê panela ˋMîrasa me nasnameya me yeˋ

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê bi dirûşma "Mîrasa me nasnameya me ye" li dar xist.

7 mijdar, 2024   17:56
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê paneleke diyalogê bi dirûşma "Mîrasa me nasnameya me ye" li bajarê Qamişloyê organîze kir. Di panelê de bi dehan kesayet, nûnerên sazî û rêxistinên têkidarî mîrasê, beşdar bûn.

Di panelê de 2 mijar hatin nîqaşkirin. Mijara mîrasa nemadî, veguhastina zanîn ji nifşên bê re, parastina wê û mijara zehmetiyên parastina mîrasa nemadî, çareserî û bikaranînên herêmî û navneteweyî der barê vê yekê de hatin nîqaşkirin.

Di serî de pisporê şûnwaran Dr. Silêman Ilyas bixêrhatina beşdaran kir. Piştre sînevîzyonek li ser madî û nemadî wekî avahiyên dîrokî, adet û hunerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pêşkêşkirin.

Mijara yekemîn ji aliyê endamê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk Îbrahîm Feqe û rêvebera Komeleya Çanda Suryanî Ruba El Firêhat ve hat nîqaşkirin. Mijar li ser belgekirina mîrasa nemadî wekî vîdyo, wêne û cil û bergan ji bo parastina mîrasa çandî bû.

Mijara duyemîn ji aliyê cîgirê Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Sayil Muxlif û lêkolerê şûnwaran Yasir Şohan ve hat nîqaşkirin.

Muxlif destnîşan kir ku pêwist e mîrasa nemadî bi rêya pirtûk, rojname, dezgehên çapemeniyê, rêûresm û şahiyên civakî yên kevn were belavkirin û vejandin.

Di dawiya panelê de encamname wiha hat dayîn:

- Hevkariya bi saziyên perwerdeyê re û xistina mîrasa xwecihî di waneyên dibistanan de.

- Belgekirina dîjîtal a pîşeyên klasîk ên destan, çîrok û stranan bi rêya kamera û amûrên qeydkirinê da ku ji tevahî re berdest bin.

-Xebitîna li ser vejandina şevbuhêrkên berê û pêşxistina wan.

- Hevkariya bi saziyên berpirs re ji bo pêşîlêgirtina derbaskirina çandên biyanî bi rêya pêşketina teknolojiyê.

- Lidarxistina atolye û perwerdeyan ji ciwanan re, ji bo fêrkirina pîşeyên berê yên xwecihî.

- Vexwendina ji bo lidarxistina mîhrîcanekê li ser mîrasa nemadî ya xwecihî ku tê de hemû pêkhate hebin.

- Betalkirina birina bacan ji kargehên ku mîrasa nemadî vedijînin da ku wan teşwîq bikin û propagandaya berhemên wan werin kirin.

- Destekdayîn û belavkirina lêkolînên ku tecrûbeyên dewletên din dikin ku sûd ji wan werin girtin û li gorî rewşa xwecihî were pêkanîn.

-Ji bo pêşxistina aliyên erênî ya mîrasa çand û parastina wê ji windabûnê xebitîna bi cidiyeteke zêde û beşdariyeke mezin.

(mh/fr)

ANHA