20 hezar û 331 kes ji Lubnanê gihîştine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Piştî gurbûna şerê li Lubnanê, di nav de 87 Lubnanî, 20 hezar û 331 kes ji Lubnanê gihîştine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ye.

20 hezar û 331 kes ji Lubnanê gihîştine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
7 mijdar, 2024   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Maseya Krîzê ya têkildarî kar û barên kesên ji Lubnanê vedigerin da zanîn ku hejmareke nû ji penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê û welatiyên Lubnanî gihîştin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Maseyê diyar kir ku hejmara giştî ya kesên gihîştine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav de 87 Lubnanî û 28 cenaze, 20 hezar û 331 penaber e.

Kesên ku vedigerin, an diçin malên xwe yan malên xizmên xwe yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Yên bê cih jî, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên bicihkirin.

(mh/fr)