Li Qamişlo 200 dar hatin çandin

Rêxistinên Civaka Sivîl bi hevkariya Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Qamişlo û Şaredariya Gel a Qamişlo 200 dar çandin.

Li Qamişlo 200 dar hatin çandin
Li Qamişlo 200 dar hatin çandin
Li Qamişlo 200 dar hatin çandin
Li Qamişlo 200 dar hatin çandin
Li Qamişlo 200 dar hatin çandin
Li Qamişlo 200 dar hatin çandin
6 adar, 2024   14:29
QAMIŞLO

Rêxistinên Civaka Sivîl, Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Cizîrê, Mûdîritiya Daristanan û Şaredariya Gel a Qamişloyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xweze û binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 200 dar çandin.

32 rêxistinan, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê û endamên Kongreya Îslama Demokratîk beşdarî çandina daran bû.

Beriya  çandina daran, beşdaran li çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo daxuyanî hate dayîn. Daxuyaniya bi zimanê erebî ji aliyê rêveberê Komeleya Civaka Ciwanên Sivîl Idrîs Dawud û bi zimanê kurdî ji aliyê endamêm Rêxistina Dîmoş Ehmed Osman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca wan li hemberî qirkirina xwezayê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin zêdekirina qada keskahiyê ye.

Piştî xwendina daxuyaniyê beşdaran li çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo û peyara rêya di navbra çerxerêyê û taxa Hilêliyê de 200 dar çandin.

Heman aliyên ku îro li Qamişlo dar çandin, beriya çend rojan li Hesekê jî dar çandinûn.

(bb)

ANHA