Li Qahîreyê navendeke jineolojiyê hate vekirin

Li paytexta Qahîreyê bi beşdarbûna kesayetiyên navdar, ji ramanwer, akademîsyen, pisporên medyayê û ‘Navenda Jineolojiyê ya ji bo Raman, Lêkolîn û Şêwirmendiyê’ hate vekirin.

Li Qahîreyê navendeke jineolojiyê hate vekirin
19 hezîran, 2026   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Misirê Qahîreyê, Navenda Jineolojiyê ya ji bo Raman, Lêkolîn û Şêwirmendiyê bi beşdarbûna gelek ramanwer, akademîsyen, pisporên medyayê û kesayetên giştî yên ji Misir, Filistîn, Sûdan, Yemen, Sûriye û Iraqê hate vekirin.

Di vekirina navendê de Dr. Mona El Hadîdî, Dr. Sozan El Qalînî, Dr. Azza El Fatihî, Prof. Amal Al Axa, seroka Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînî siyasetmedar Dr. Kerîma El Hefnawî, rojnamevan û nivîskar Elhamî El Melîgî, parêzer Dr. Salwa Absam, Prof. Mona Şemmax û Prof. Mona Neşat amade bûn. Her wiha gelek lêkolîner, pisporên medyayê û rewşenbîr jî amade bûn.

Navend dê hewl bide piştgiriyê bide lêkolînên zanistî û raporan amade bike, konferans, semîner û bernameyên perwerdeyê organîze bike, şêwirmendiyên zanistî û rewşenbîrî peyda bike, diyaloga çandî û rewşenbîrî bi pêş bixe û pirên hevkariyê di navbera welatên Ereban de ava bike.

Di merasîma vekirinê de tekezî bi pabendbûna navendê ya ji bo avakirina qadeke zanînê ya hevpar ji bo lêkolîner û saziyên li herêmê hate kirin.