Li Til Temirê turnuvaya kişikê

Li bajarê Til Temirê bi beşdariya 14 lîstikvanan turnuvayeke kişikê bi navê şehîd Ziyad Heleb dest pê kir.

Li Til Temirê turnuvaya kişikê
Li Til Temirê turnuvaya kişikê
Li Til Temirê turnuvaya kişikê
Li Til Temirê turnuvaya kişikê
Li Til Temirê turnuvaya kişikê
Li Til Temirê turnuvaya kişikê
19 hezîran, 2026   13:29
HESEKÊ

Bi beşdariya 14 lîstikvanan turnuvayeke kişikê (şatranc) bi navê şehîd Ziyad Heleb dest pê kir. Turnuva ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger-Til Temirê ve bi hemahengiya Navenda Çand û Hunerê hatiye birêxistinkirin. Ji temenên cuda 14 lîstikvan beşdarî turnuvayê bûne ku li Navenda Çand û Hunerê dest pê kir.

Di roja yekemîn a turnovayê de 4 maç li gorî sîstema Swîsrayê hat birêxistinkirin. Dema her maçekê 15 deqe ye. Di dema lîstikê de hejmareke kişikhez amade bûn.

Armanc ji vê çalakiyê bîranîna şehîd Ziyad Heleb, çalakkirina tevgera çand û werzîşê li herêmê, her wiha teşwîqkirina ciwanan e da ku behreyên xwe bi pêş bixin.

Turnove dê sibe bi maçên nû dewam bikin û di dawiyê de lîstikvan werin xelatkirin.

(bb)

ANHA