Di qezayên trafîkê de 2 kes mirin, di vemirandina şewatan de 6 kes birîndar bûn

Li Sûriyeyê di qezayên trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 18 jî birîndar bûn. Di dema vemirandina şewatan de 2 jê endamên ekîbên agirkujiyê, 6 kes birîndar bûn.

Di qezayên trafîkê de 2 kes mirin, di vemirandina şewatan de 6 kes birîndar bûn
19 hezîran, 2026   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Parastina Sivîl a Sûriyeyê ragihand ku di qezayên trafîkê de ku duh li deverên cuda yên welat çêbûne, 2 kes mirine û 18 kes birîndar bûne.

Her wiha diyar kir ku ekîbên Parastina Sivîl li gelemperiya Sûriyeyê mudaxele li 220 şewatan kir ku 19 li zeviyên çandiniyê bûn.

Hate ragihandin ku dema vemirandina şewatan de 2 jê endamên ekîbên agirkujiyê, 6 kes birîndar bûne.

(bb)