Peymangeha Bilind a Huneran dest bi wergirtina xwendekaran dike

Peymangeha Bilind a Huneran a Tevgera Hîlal Zêrîn meha bê dê dest bi tomarkirina xwendekaran bike.

9 mijdar 2024   10:17
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Piştî xebatên 3 salan, Peymangeha Bilind a Huneran a Tevgera Hîlala Zêrîn meha bê deriyê xwe li pêşiya xwendekaran vedike. 

Peymangeh girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Navenda wê li bajarê Hesekê ye.

Ezmûnên qebûlkirinê li peymangehê 4, 5 û 6`ê Mijdarê dê dest pê kiribûn.

Li gorî şert û mercên ku peymangehê danîne, divê temenê xwendekaran ne kêmtirî 18 salan û ne zêdetirî 27 salan be û divê xwedî behre be. Bawernameya amadehî yan peymangeh an jî zanîngehê, şertekî qeydkirinê ye.

Di peymangehê de beşên wênexêzî, peykersazî, muzîk, şano û sînema hene. Pergala wê heman pergala zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Mamosteyên di hemû beşan de pispor û xwedî tecrube ne. Dema xwendinê ya peymangehê 3 sal e û her salek 2 werz in. Hefteyê 2 roj; şemî û în betlane ne.

Rêvebera peymangehê Şêrîn Mihemed ji ajansa me re axivî û behsa amadekariyên vekirina peymangehê kir.

Şêrînê got: "3 sal e xebatên me berdewam in. Xurtkirin û pêşxistina behreyên jinên ciwan di aliyê hunerî de, armanca me ya sereke ye."

Şêrînê da zanîn ku piştî derçûnê, xwendekar dîplomaya ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatiye îmzekirin, bi dest dixin û wiha domand: "Ji bo derçûnê divê xwendekar teza derçûnê amade bike. Jinên ciwan ên ji peymangehê derçûne, dikarin li dibistan û zanîngehan wek mamoste kar bikin. Her wiha dikarin li navendên çand û hunerê jî bixebitin.”

Jina ciwan a bi navê Roya Refî têkildarî mijarê got: "Vekirina peymangehê ji bo jinên ciwan gaveke erênî ye. Peymangeh dê rê li pêşiya wan veke ji bo ku behreyên xwe di qada hunerê de bi pêş bixin."

Henîfe Haco jî got: "Peymangeh ji bo jinên ciwan derfet e, nemaze yên ku bi malbatên xwe re di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de koçber bûne û ji xwendinê qut bûne.”

(şx/k)

ANHA