‘Berxwedana gel û jinan ji dijmin re peyameke xurt e’

Jinên ji Qamişloyê diyar kir ku berxwedana jinan ji bo dijmin peyamek xurt e û dê ji bo parastina xaka xwe her di nava seferberiyê de bin.

‘Berxwedana gel û jinan ji dijmin re peyameke xurt e’
3 sibat, 2026   04:05
QAMIŞLO

Jinên bajarê Qamişlo ji ajansa me re axivîn û anî ziman ku berxwedan gel dê planên dagirkeriyê têk bibe û dê di nava seferberiyê de bin.

Fatme Elî diyar kir ku dê xebat bidome û wiha got: "Em dev ji xaka xwe bernadin. Me xebat dan destpêkirin û em ê bidomînin. Her wiha em tevahî Kurd bûne yek. Ji çar perçeyan bûn yek perçe yek rih. Ji cîhanê re dibêjim hûn pêşgiriya me bikin, nekin, em nahêlin jî razin. Em her tim li ser piyan bin. Em parastina xaka xwe dikin. Em nahêlin kîn û nefertên we di nava me de belava bibe. Zarokên me yên 7 salî dibêjin bijî Kurd û Kurdistan.”

Fatmayê bang li ciwanên kurd ên derveyî welat kir her tim li qadan bin heya serkeftinê neyê bi dest xistin tu carî dev ji mafê xwe bernedin.

Şêrîn Dawûd diyar kir ku wê her tim li pişta şervanên xwe bin û wiha got: “Ji bo parastina xakê xwe em her tim li pişta şervanên xwe bin û ji bo seferberiyê jî çi erk ji me bê xwest em bikin. Berxwedana gel û jinan peyamek xurt ji bo dijmin e. Biryarên ku tên dayîn ji bo parstina gel e û destkeftiyên şoreşê ne. Pilanên dijmin ên heyî ji aliyê şerê taybet ve wê ji hêla gel vet ê bên têkbirin. Em ê jî di nava seferberiyê de bin heya dawiyê."

Fehîme Heyder diyar kir jin dê destkeftiyên şoreşê û jinan biparêzin û wiha got: “Em heya dawî têkoşîn bikin. Xwedîderketina vê şoreşê erka tevahî civakê ye. Jin ji bo mafê xwe her tim di nava têkoşînê de bin. Em ê bi şervanên xwe re ne."

(zş)

ANHA