Li Lubnanê 3 kedkarên tenduristiyê hatin qetilkirin

Li Lubnanê di êrişa hewayî ya li herêma Sûrê de 3 karmendên tenduristiyê hatin qetilkirin, 6 jî birîndar bûn.

Li Lubnanê 3 kedkarên tenduristiyê hatin qetilkirin
4 adar, 2026   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî daxuyaniya ofîsa Lubnanê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) piştî êrişeke hewayî ya li ser herêma Sûrê ya Lubnanê, kedkarên tenduristiyê hewl dan birîndaran derman bikin, 3 ji wan hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.

RTC'ê diyar kir ku kedkarên tenduristiyê divê ti carî nebin hedef.