Şerê DYA-Îsraîl û Îranê û hişyariyên têkildarî berfirehbûna qada şer

Medyaya erebî ragihand ku şerê DYA-Îsraîlê yê li dijî Îranê veguheriye şerekî herêmî ku hevsengiya hêzê ji nû ve çêdike. Çavdêran li ser qonaxa piştî êrişa li ser Îranê hişyarî da ku qada şer berfirehtir bibe.

Şerê DYA-Îsraîl û Îranê û hişyariyên têkildarî berfirehbûna qada şer
4 adar, 2026   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî li ser bandorên şerê berdewam ê li Rojhilata Navîn û berfirehbûna çarçoveya şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îsraîlê û Îranê de nivîsî.

JI NÛ VE XÊZKIRINA HEVSENGIYA HÊZÊ LI HERÊMÊ

Rojnameya Independent Arabia diyar kir ku şerê berdewam ê li Rojhilata Navîn ji şerekî leşkerî yê sînorkirî derbas bûye, veguheriye şerekî herêmî yê vekirî ku hevsengiya hêzê li herêmê ji nû ve xêz dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku "aliyê herî xeternak ê şer ev e ku ew bi kuştina Elî Xamineyî û hejmareke efserên payebilind dest pê kir" û ev bûyer wek xaleke stratejîk hesiband ku şer gihandiye asteke bêhempa.

Rojnameyê diyar kir ku bersiva Îranê ne tenê bi êrişa li Îsraîl û baregehên amerîkî ve sînordar bû, lê berfireh bû û cihên sivîlan li welatên Kendavê jî bombebaran kirin. Bi vî awayî rewşeke nû ya ewlehiyê danî pêşiya van welatan.

Rojnameyê nivîsî ku “niha welatên Kendavê nikarin dijminatiya aşkera ya Îranê ya li hember wan paşguh bikin, tevî ku ew welat li dijî êrişa DYA’yê ne," ev jî nîşan dide ku çarçoveya êrişan dê berfirehtir bibe.

PÊVAJOYA PIŞTÎ ÊRIŞÊ LI ÎRANÊ

Der barê heman mijarê de rojnameya El Ereb a li Londonê behsa senaryoyên roja piştî “serkeftina mezin” kir û hişyarî da ku xetereya rastîn di serdema piştî êrişên destpêkê yên li ser Tehranê de ye.

Rojnameyê çend îhtîmal nivîsîn; ya herî girîng ku hêza leşkerî ya DYA û Îsraîlê, ji ber mûşek û dronên Îranê lawaz bibe. Îhtîmala din jî ew e ku şer ji hêla erdnîgarî ve berfirehtir bibe, Kendavê û Deryaya Sor jî bigire nava xwe.

VEGUHERÎNÊN DI SÎSTEMA NAVNETEWEYÎ DE

Rojnameya Îmaratê El Xelîc jî diyar kir ku dibe aloziya heyî di sîstema navneteweyî de veguherînê çêke ku bibe sedema kêmbûna hegemonyaya DYA`yê û bilindbûna hêzên asyayî. Her wiha hişyarî da ku ev yek dê bibe xetereyek ku cîhanê bixe nav şerên demdirêj.

(k)