Li Îsraîlê êrişên Hûsiyan

Hêzên Hûsiyan ragihand ku wan li Îsraîlê 3 êriş pêk anîne.

Li Îsraîlê êrişên Hûsiyan
31 kanûn, 2024   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê leşkerî yê koma Ensarullah El Hûsî, Yehya Serî îro ragihand ku wan li başûrê Qudsê 2 operasyonên leşkerî li ser balafirgeha Ben Gurion û stasyoneke elektrîkê pêk anîne.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan got: “Me bi fuzeyeke balîstîk a hîpersonîk balafirgeha Ben Gurion a li Yafayê ya dagirkirî bi awayekî serketî kir hedef. Me bi mûşekeke balîstîk jî li santrala elektrîkê ya li başûrê Qudsê ya dagirkirî xist."

Berdevk daxuyand ku her du operasyon hemwextî hedefkirina balafireke barhilgir a USS Harry Truman pêk hatin. Her wiha da zanîn ku "di demekê de ku hêzên Amerîkayê amadekariyên êrişeke hewayî ya mezin li dijî welatê wî dikir, operasyon hatin lidarxistin."

Yehya Serî got: "Operasyona deryayî armancên xwe bi cih anîn û êrişa hewayî ya ku Amerîkayê amadekarî jê re dikir, têk bir."

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî li ser hesabê xwe yê X’ê diyar kiribû ku moşekek ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatiye avêtin, beriya ku bikeve qada hewayî ya Îsraîlê hatiye  îmhakirin.

(bb)