Li Kobanê welatiyek bi guleyên artêşa Tirk birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî bi çekan êriş gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê kirin.

Li Kobanê welatiyek bi guleyên artêşa Tirk birîndar bû
24 ÇILE, 2024   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker bi çekan gule li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê yê kantona Firatê kirin. Di encamê de welatiyê bi navê Merûf Xelîl ji lingê xwe de birîndar bû. 

Beriya wê jî, balafireke bêmriov a dewleta Tirk herêma di navbera gundê Baxdik û Gultepe yê rojhilatê Kobanê de bombebaran kiribû.

(şx)

ANHA