Li kantona Cizîrê 128 hezar ton genim hatiye wergirtin

Komîteya Depo û Aşan ragihand ku dê îro depoyên wergirtina genim bên girtin û destnîşan kir ku 128 hezar ton genim wergirtiye.

Li kantona Cizîrê 128 hezar ton genim hatiye wergirtin
10 tîrmeh, 2025   13:46
HESEKÊ

Komîteya Depo û Aşan a Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand ku depoyên wergirtina genim ên li kantona Cizîrê îro piştî temambûna xebatên wergirtinê tên girtin.

4’ê Hezîrana îsal, komîteyê li seranserê kantonê 10 depoyên wergirtina genim vekirin.

Komîteyê diyar kir ku xebatên wergirtinê li gorî sîstema diyarkirî bi rê ve çû û cotkaran bi rihetî û erênî berisva sîstema wergirtinê da.

Li gorî Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Cizîrê, îsal 128 hezar ton genim hatiye wergirtin.

Rêveberiya Xweser buhayê kirîna kîloya genim bi 40 sentên amerîkî destnîşan kiribû.

Ji 5’ê vê mehê (Tîrmeh) ve Nivîsgeha Peredayînê ya Rêveberyia Xweser pereyên kirîna genim li cotkaran belav dike.

(bb)

ANHA