Çapemeniya erebî hevdîtina li Şamê çawa nirxand?

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de hevdîtina duh a di navbera nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de erênî nirxand, lê bal kişand ser hin xalên nakok.

Çapemeniya erebî hevdîtina li Şamê çawa nirxand?
10 tîrmeh, 2025   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de hevdîtina duh a di navbera nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de ku duh li Şamê hatibû kirin, nirxand.

Rojnameya El Nehar “hevdîtina çaralî” wekî gaveke girîng û erênî di pêvajoya diyalogê ya di navbera her du aliyan de bi nav kir. Rojnameyê destnîşan kir ku civîn bi atmosfereke lihevkirî pêk hat û bi armanca pêkanîna peymana 10’ê Adarê mijarên xizmetguzarî û siyasî hatin nîqaşkirin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên agahdar, destnîşan kir ku her du aliyan li hev kiriye ku komîteyan ava bikin da ku mijarên pratîk ên wekî perwerde û vegera koçberan çareser bikin û wiha nivîsand: “Ev yek nîşan dide ku xwestekeke hevpar heye ku baweriyê ava bikin, rê li ber nîqaşên li ser mijarên nakok ên kûrtir ên wekî avaniya dewletê û siberoja QSD’ê vedike."

Rojnameya El Ereb jî ev hevdîtin di çarçoveya tevlihevî û pirsgirêkên kûr ên li Sûriyeyê, bi taybetî mijarên girêdayaî pirsgirêkên pêkhateyan, karektera taîfî û destwerdanên herêmî û navneteweyî de nirxand. Hate gotin: "Ev hevdîtin, tevî girîngiya wan wekî gaveke yekem, beşek ji hewldanên navneteweyî yên tevlihev yên bi aramnca ji nû ve şekildana rewşa Sûriyê dimînin. Lê belê bi gelek astengiyên mezin ên wekî mijara nenavendî û nakokiyên navxweyî re rû bi rû ye. Ev jî pêkanîna aramî û yekitiyê dûr dixe ku dem û hewldaneke domdar hewce dikin."

Rojnameya Şerq El Ewsat hevdîtin "girîng" nirxand û diyar kir ku lê nakokiyên bingehîn ên domdar ên li ser siberoja têkiliya di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de, bi taybetî di der barê federalîzmê û tevlêkirina QSD’ê ya artêşa Sûriyeyê de hene.

Rojnameyê destnîşan kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê "helwesta xwe ya li dijî federalîzmê" dubare kir û daxwaz kir ku QSD’ê di çarçoveyên qanûnî de, li ser bingeha prensîba "yek Sûriye, yek artêş, yek hikûmet" tev li artêşa Sûriyeyê bibe. 

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku hevdîtin aloziya domdar a di navbera her du aliyan nîşan dide û derengiya pêkanîna peymanan hewldanên mîsogerkirina ewlehî û isitqrara Sûriyeyê asteng dikin.

Rojnameya Okaz hevdîtina her du aliyan "erênî" bi nav kir û da zanîn ku hevdîtinê nirxandinek hevseng pêşkêş kir ku hem atmosferek erênî û hem jî hişyariyek li hember hevdîtinan nîşan da.  Hate gotin, di mijarên pratîkî yên wekî şeklê dewletê û têkiliyên aborî û leşkerî sekinî, di heman demê de helwestên her du aliyan bi zelalî nîşan dan.

Rojnameya El Erebî El Cedîd hevdîtin erênî nirxand û got, lê nakokiyên bingehîn li ser şeklê dewleta Sûriyeyê, tevlêkirina QSD’ê ya nava artêşê û siberoja herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi gaz û petrolê dewlemend in, hene.

Rojnameyê bal kişand ser rola DYA û Fransayê û wiha hat domand: “Amerîkî û fransî dixwazin lihevkirineke gav bi gav pêş bixin ku dê îstîqrara siyasî misoger bike û vegera tundiyê dûr bixe. Lê nakokiyên kûr li ser destûrê, dabeşkirina desthilatan û nasnameya nîştimanî hene."

Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî pirsgirêkên li pêşiya pêkanîna peymana di navbera hikumeta veguhêz û QSD’ê de destnîşan kirin û wiha nivîsand: "Tevî beşdariya rayedarên li ser asta bilind û beşdariya çalak a amerîkî û fransî ku zextê li her du aliyan dikin, lê civîna dawîn bi bin ket, tu pêşketin bi xwe re neanî."

Hate diyarkirin ku Şam bi israr e ku QSD’ê wekî ferd beşdarî saziya fermî bibe, lê QSD’ê dixwaze heykela xwe ya serbixwe biparêze.

(bb)