Li Îsraîlê jî bêhtirî 6 hezar û 500 kes birîndar bûn

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê, ragihand ku ji dema şerê li dijî Îranê û vir ve 6 hezar û 594 kes birîndar bûne.

Li Îsraîlê jî bêhtirî 6 hezar û 500 kes birîndar bûn
3 nîsan, 2026   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê, da xuyakirin ku ji dema operasyona li dijî Îranê ku di 28’ê Sibatê de dest pê kir 6 hezar û 594 kesên birîndar veguhestine nexweşxaneyan.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Jewish News Syndicate ve hatiye weşandin û gelek ajans parvekirine, ji sibeha Înê û vir ve 125 birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin. Li gorî agahiyan rewşa 2 birîndaran krîtîk e, 14 giran in, 24 di asta navîn de ne û 79 jî sivik birîndar in. Her wiha hat diyarkirin ku kesek ji ber anksiyeteyê tê dermankirin û 5 jî di rewşa nirxandinê de ne.

Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 148 birîndar rakirine nexweşxaneyan. Ji van 4 di asta navînde û 108 kes jî bi sivikî birîndar bûne. Her wiha hat gotin ku 31 kes jî ji ber gazincên anksiyeteyê serî li nexweşxaneyê dane.